Dawîn Rahênerê Komara Kurdistanê di kavilekî de mir !!!

13:28 - 6 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Piştî milmilaneyeke zêde ligel nexweşiya, Mela Osman Seîdê yekem rahênerê Hêza Pêşmerge li Komara Kurdistanê, li qezaya Çoman koça dawî kir. Lê mixabin di kavilekî de serê xwe danî û kesekî awirek lê neda.

Osman Seîd di destpêka sala 1920-an de li qezay Bulanik ser bi bajarê Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye, di nav artêşa Tirkiyê de pileya wî ya serbazî hebû, piştî ku di sala 1945-ê de li ser Kurdîtiyê tê girtin, ji zîndanê direve û bi Mela Mistefa Barzanî re dikeve têkiliyê û li Komara Kurdistanê meşqê (ders û taktîkên leşkerî) bi Hêza Pêşmerge dike.

\"11005.jpg\"
Mela Osman Seîdê
Rojnameya Basê di hejmara 120 meha 12 ya 2012-ê de raporteke din li ser Mela Osman belavkiribû ku gotibû; ‘’Min ji Pêşewa re got komara te têk diçe.’’ Her di wê raportê de malbata wî behsa jiyana wî ya nexweş kiribûn.

bavê wan hemû jiyana xwe ji bo wê rêbazê danîbû. Herçiqas piştî belavbûna raportê çend çavkaniyên bilind navnîşanê mala Mela Osman wergirtibûn, lê belê heta ku serê xwe danî kesî serdana wî nekir û lê nepirsîn. Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê PDK-ê Mesûd Barzanî, di merasîma dewreya derçûna 17-mîn Akademiya PDK-ê de wek amajeyek derbarê Mela Osman de gotibû: ‘’Yekî ku hemû temenê xwe di xizmeta Kurdan de serf kiribe, niha pîr be û ketibe li gundekî kes slavê jî lê neke, evna tiştekî gelekî nexweş e, divê kadroyên PDK-ê bi vî erkî rabin. Bas news