Dawîn binçavkiriyên Serdeştê bi barimteyekî hat azadkirin
20:08 - 18 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Ji binçavkiriyên here dawî yên xwepêşandana Serdeştê ya ku piştevanî ji nerazîbûnên Mahabadî kirî, bi danîna wesîqeyeke 50 milyonî hat berdan.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja yekşemî 17`ê gulana 2015`an, Kamil Resûlpûr ku bi armanca destekdan bi xwepêşandana Mahabadê, di meşa nerazîbûnê li Serdeştê beşdarî kirbû, bi danîna barimeteya 50 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî hat azadkirin.
Navbirî piştî 8 rojan ku bin çavdêriya navendên ewlekarî yên hikûmeta îslamiya Îranê de bû, bi danîna barmteya 50 milyonî, roja şemiya borî hat azadkirin.
Tê gotin Kamil Resûlpûr beriya azadkirinê eşkence ji wî hatine kirin û karbidestên zindanê ew bi derb û lêdanan re rû bi rû hiştine.
Di wê xwepêşandanê de 12 hemwelatiyên Kurd hatibûn binçavkirin.
Pêwîste bê gotin ew xwenîşander hemû bi danîna barmteyên giran, bi awayekî demkî hatine azadkirin.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja yekşemî 17`ê gulana 2015`an, Kamil Resûlpûr ku bi armanca destekdan bi xwepêşandana Mahabadê, di meşa nerazîbûnê li Serdeştê beşdarî kirbû, bi danîna barimeteya 50 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî hat azadkirin.
Navbirî piştî 8 rojan ku bin çavdêriya navendên ewlekarî yên hikûmeta îslamiya Îranê de bû, bi danîna barmteya 50 milyonî, roja şemiya borî hat azadkirin.
Tê gotin Kamil Resûlpûr beriya azadkirinê eşkence ji wî hatine kirin û karbidestên zindanê ew bi derb û lêdanan re rû bi rû hiştine.
Kamil Resûlpûr piştî 8 roj binçavkirinê hat berdan
Rexma rewşa awarte ya leşkerî li Kurdistanê, roja şemî 9`ê gulanê, hemwelatiyên Serdeştî bi armanca şermizarkirina berpirsyarên mirina bi guman ya Fernaz Xosrewanî û destek-kirna bajarê Mahabdê, rijyabûn ser şeqaman û xwepêşandan lidarxistibûn.Di wê xwepêşandanê de 12 hemwelatiyên Kurd hatibûn binçavkirin.