Daryûş Muradî li bajarê Şabadê hate binçavkirin

17:28 - 25 Çirriya paşîn 2020

Roja Duşemî 3ê Sermawezê, “Daryûş Muradî” çalakvanê Ferhengî yê Kurd û xelkê bajarê Şabad a ser bi parêzeha Kirmaşanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ew çalakvanê Ferhengî di mala wî de binçav kirine û dist bi vekolîna mala navbirî kirine.

Hêzên ewlehî keresteyên kesî yên wî çalakvanê Ferhengî bi taybet telefona wî digel xwe birine.

Ew çalakvanê Ferhengî yê Kurd piştî binçavkirinê di pêwendiyekî telefonî de, daxwaz ji malbata xwe kiriye ku hewla girtina parêzerekê bin bo wî.

“Daryûş Muradî” endamê desteya nivîserên malpera “Hesare” ye û heya niha ji sedema binçavkirina wî û tohmeta ku dijî wî çalakvanê Ferhengî hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.

Roja Yekşemî 24ê Sermaweza sala 1398an, ew çalakvanê Ferhengî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Herwisa, roja Duşemî 3ê Sermawezê, çalakvaneke Ferhengî ya bi navê “Anîsa Ceiferîmêhe” ya temen 27 salî,  ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê “Şabad” ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê hatibû binçavkirin û bo cihekî nexuya hatibû veguhastin.