Darvekirina 4’ welatiyên Kurd li Kirmaşan û Erdebîl ê

13:59 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Bi darvekirina 4 welatiyên Kurd li zîndanên Kirmaşan û Erdebîl ê,amara darvekirina girtiyên siyasî li Îranê de li heyamê 100 rojên bihûrî de, gihîşte 24’kesan.

Nûçegihaniyêt Îranî bilav kirin, roja duşem berwar 8’ê Tîrmeha 2013’an 3’ê welatiyên Îranî bi biryara dezgeha qezayî ya Komara Îslamiya Îranê , bi tawana kuştina mirovan û bazirganî kirin bi madeyên hişber li zîndana Dîzê Abad ya bajarê Kirmaşanê hatine darvekirin.

Li gor amara tomar kirî li navenda amara ajansa kurdpa, li destpêka îsal heya niha 11’e welatiyên Kurd li Kirmaşanê hatine darvekirin ku 3’ê kes ji wan li berçavê xelkê hatine darizandin.

Her wisa li gor vê amarê li wan 11’e darvekiryan,2’kes jin bûne ku li zîndana Dîzêl Abadê hatine darvekirin.

\"13807.jpg\"
Amara darvekirina welatiyên Kurd li girtîgeha Urmiyê

Sibêdeya roja Sêşemiyê berwar 9’ê Tîrmeha 2013’an welatiyek temen 27 salî û xelkê bajarê Urmiyê li zîndana navendî yaw î bajarî hate darvekirin.

Ji aliyek din, demjimêr 12’ê Şeva Pêncşem berwar 4’ê Tîrmeh, 4 welatiyên Kurd yên derdora bajarê Urmiyê binavên “Candar Mîrzayî, Mêhrab Mîrzayî, Smaîl Baduyî, Salih Qeraetî” li zîndana navendî ya bajarê Urmiyê hatin darvekirin.

Li gor amara tomar kirî li navenda amara ajansa kurdpa, bi darvekirina 5 welatiyên Kurd, amara darvekirina welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Urmiyê li heyamê 100 rojên bihûrî de gihîşte 13’e kesan.

Li gor vê amarê 11’e welatiyên Kurd tenê li zîndana navendî ya bajarê Urmiyê hatine darvekirin û welatiyek Kurd jî li zîndana bajarê “Qezwîn”ê û welatiyek din jî li zîndana bajarê “Erdebîl”ê hatiye darvekirin.

Li gorî wan amarên ku hatine bilavkirin li sala 2010’an heya niha 203 welatiyên Kurd li girtîgeha Urmiyê de bi awayê nepenî û eşkere hatine darvekirin.

\"13808.jpg\"
Welatiyên Kurd ku bi darvekirinê hatine mehkûm kirin

Li gor amara tomar kirî li navenda amara ajansa kurdpa, niha 30’girtiyên siyasî yên Kurd li zîndanên Komara Îslamiya Îranê de ji aliyê dezgeha dadverî ya Komara Îslamiya Îranê bi darvekirinê hatine mehkûm kirin.

Saman Nesîm girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Merîwanê ku li havîna sala 2011’an de tevlî Mensûr Arwend bi tawana endametî di yek ji partiyên Kurdistanî de hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû mehkûm kirin, li meha Hezîrana îsal hûkmê wan ji aliyê dîwana bilin ya welatê Îranê hate piştrast kirin.

Her wisa li gor amara ajansa kurdpa 29 girtiyên mesebî yên Kurd dinava girtîgehên Komara Îslamiya Îranê de bi darvekirinê hatine mehkûm kirin ku hûkmê 21’kes ji wan ji aliyê dîwana bilind ya welat hatiye piştrast kirin.

Li gor amarekê ku ajansa kurdpa bilav kiriye, li sala 2011’an de 56 welatiyên Kurd li zîndanên Komara Îslamiya Îranê de hatine darvekirin û 23 welatiyê din jî, ji aliyê dewleta Îranê hûkmê darvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin.