Darvekirin gefê li girtiyekî Abdananê dixwe

19:58 - 25 Tebax 2019
Ajansa Kurdpa: Girtiyek, bi tohmeta” kuştina bizanebûn” eve li heyama 28 sale di girtîgeha bajarê Îlamê û Dereşar de ye, û gefa îdamkirinê li ser wî ye.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa” yê, “Mû`în Selah Werzî” ê temen 55 salî xelkê gundê “Heft Çêşme” a bajarê Abdanan, eve 28 sal bi tohmeta “kuştina bizanebûn” di girtîgehê de ye.

Yek ji nezîkên wî girtiyê ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye: Mû`în ji sala 1370`an ve bi tohmeta kuştina bizanebûn a birayê xwe, hatiye desteserkirin, û piştre bi Îdamê hatiye cezadan, û navbirî ji rêya (Qulapdoz) ve, di girtîgehê de hewcehiyên malbata xwe terxan dike.

Herwisa ew hepsiye bavê keç û kurekê ye û kurê wî di dema nebûna bavê xwe de zanîngeh jî dawî pê aniye.

Wê çavkaniyê zêde jî kiriye ku, kurê wî hepsiyê dosiya bavê xwe li navendên peywendîdar şopandiye û di bersivê de ji wî re ragihandine ku, dosiya bavê wî di dîwara bilind a welat de bezir bûye.

“Mû`în Selah Werzî” piştî desteserkirin, di despêkê de bo girtîgeha bajarê Îlamê û piştre bo girtîgeha Dereşar hate veguhastin.