Daristanên Merîwanê dinava agir de dişewitin

15:33 - 18 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Parek berçav ji daristanên herêma Merîwanê û Sevlawa bi destê kesên nenas hatin şewitandin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja dûşem berwar 17’ê Hezîrana 2013’an parek berçav ji daristan û zozanên herêma Sevlawa ya Merîwanê dinava agir de şewitîn.

Her wisa roja 16’ê Hezîranê bo carek din zozanên gundê Beyleve ya ser bi herêma Merîwanê û Tazava ya ser bi bajarê Merîwanê di nava agir de şewitîn.

Li heman demê de piştîniwroya roja duşemiya bihûrî daristan û zozanên “Kela Îmam” li nêz gola Zirêbar hatin şewitandin.

Berê jî çend kesan dabûne xuya kirin ku karê han ji aliyê çend kesên ser bi Sipaha Pasdarên Îranê tê encam dan û armanca wan têkdana xwezaya Kurdistanê ye.