Daristanên dinavbera Sinê û Hesenawa hatin şewitandin
15:16 - 28 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Parek berçav ji daristan û zozanên navbera cadeya Sinê û bajarokê Hesenawa ji aliyê çend kesên nenaskirî hatin şewitandin.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja pêncemiyê parek dinê ji zozan û daristaên di navbera cadeya Hesenawa û bajarê Sinê ji aliyê kesên nenaskirî hatine şewitandin.
Welatiyên herêma bilav kirin, agirê han roja çarşemiyê berwar 25’ê Hezîranê li daristanan hatibû berdan û heya niha jî navendên dewletî jibo kontrol û wemirandina agir serdana wî cihî nekirine.
Her wiha roja bihûrî parek berçav ji daristanên herêma Merîwanê dinva pêlên agir de şewitîn.
Piştî agir endamên encumena Kesik ya Çiya xwestin ku agir kontrol bikin lê tevî dijberî û rêgiriya hêzên Întizamî li pasgeha “Pîran” rû bi rû bûn.
Welatiyên herêmê berdewam dibêjin ku agirê han ji aliyê hêzên dewleta Îranê li daristanên Kurdistanê tê berdan.