Daristanên derdora bajarê “Nodşe”dinava agir de şewitîn

14:14 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Zozan û daristanên derdor bajarê “Nodşe”li herêma Hewramanê,seva agir kevtinê ziyanekî berçav bi xwe bînin.

Li gor rapora gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, Roja Şemiyê berwar 13’ê Tîrmehê, parek berçav ji daristan û zozanên derdora rêya”Nodşe-Merîwanê” li nêzîk “Hane Deşt”dinava pêlên agir de şewitîn.

Seva xurtbûna ba, agirê han pitir zêde kir û rûberek berçav li daristan ên herêma “Hane Deşt”û “Derwen” ku pitir darên “Guz,Wen,Berû” bûn şewitnadin.

Tê zanîn ku agirê han bi hewil û xebata encumena Sewiz ya Çiya û jînge parêzên bajarê Nodşe hate kontrol kirin.

Ji aliyek din memûrên Îdareya Agir wemirandinê seva nebûna îmkanên hewce nekarîn agir kontrol bikin û paşekişe kirin, lê ciwanên bajarê Nodşê karîn agir kontrol bikin.

Li gor amarên bilav bûyî li heyamê sala 2010’an de,525 hekitar ji daristan û zozanên parêzgeha Kirmaşanê seva agir kewtinê şewitîne.
\"13938.jpg\"

\"13939.jpg\"