Daristanên bajarê seqizê di nav agir de dişewitin

15:45 - 2 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Di devera Feyzûlabeg a ser bi bajarê Seqizê agirberbûye darên Qezwanê, û xisareke berçav bi jîngeha wî deverê gihandiye.

Pêka rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di heyama çend rojên derbasbûyî de, cihekî berfireh li çîrîngeh û darên Qezwanê ên çiyayên Soltan dinavbera gendên “Qelakon, Çaxlû, Alî Ava û Kîselan”, di devera Feyzûlahbeg a girêdayî bajarê Seqizê, ji aliyê kesên nenaskirî ve agir berdanê, û pêka gotina rûniştiyên wî deverê, aliyên pêwendîdar jî tu pêngawekê bo temirandina wî agirî neavêjin.

Berpirsê Encûmena Jîngehparêjî ya Nîştiman, di vê derheqê de ragihandiye: “Me serdanê hemû îdaran û nemaze îdarên çandinî ên bajarê Sahib û Seqiz kiriye, lê mixabin tu hewlek bo kontirolkiirna agir nedane”.

Herwisa “Mihemed Hecarî” gotiye: “Çiyayê Soltan, dîrokeke bo hezaran sal dizavire, û xelkên deverê jî, darên Qezwanê wekî mîrateke çandî çav lê dikin, lê tu kes û aliyek xwe berprsyarê wî bûyerê nizanin, û piraniya ew darên Qezwanê jinav diçin. Darên Qezwan, benûştê deverê dabîn dike, lê berpirsên pêwendîdar xwe li parastina wan daran dûr dixin.