Daristana Manşêt Li Îlamê dinava pêlên agir de şewitî

13:32 - 24 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Li heyamê çend rojên bihûrî de hejimarek berçav ji daristanên parêzgeha Îlamê dinava agir de şewitin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, li heyamê rojên Înê û Şemiya bihûrî de zozan û daristanên nêz ji tunêla Îlamê li encama agir kevtinê ziyanek berçav dîtin.

Agirê han 5 hekitar ji daristanên darên Berû yên çiyayên “Ewdalan”bi yekcarî linav bir.

Hêzên agir wemirandinê piştî 2 demjimêran xwe gihandin cihê agir, lê seva nebûna alavên pêdivî, nekarîn agir bi tevawî kontrol bikin.

60 hezar kîlomêtr ji xaka Parêzgeha Îlamê, ku nêzîk bi 87% ji xaka vê parêzgehê pêktine, ji daristan û zozanan pêkhatiye û Ehemd Şehwanî nunêrê xelkê Îlamê li parlementoya Îranê de bi nûçegihaniya “Mêhir” ragehand ku 400 hezar hekitar ji daristanên parêzgeha Îlamê li hale linavçûnê ne.

Karnasên Jîngehê bilav kirine ku li heyamê nêzîk bi 10 salên bihûrî de sitandardên parastina Jîngehê li Îranê de ber bi lewaziyê çûne û eger rewşa han bidome li heyamê çend salên pêş de û bi taybetî li Kurdistanê çi daristan naminin.
\"13415.jpg\"

\"13414.jpg\"

\"13416.jpg\"

\"13417.jpg\"