Dare weneke sed salî li Kamyaranê hate şewitandin

21:25 - 18 Îlon 2016
Ajansa Kurdpa: Li Gundê Kaşter a ser bi bajarê Kamyaran şewatek hate çêkirin ku, serbarê şewitîna xwezaya xweşik ya deverê, bi dehat bine darên xwedî temenên dûr û dijêj ên sed salî, di nava agir de şewîtîn.

Ligorî nûçeya gehiştî destê Ajansa Kurdpayê, temenê yek ji dar wenên gundê Kaşter di nava agir de şewitîne, pitir ji 600 sal tê xemilandin.

Hate ragehandin ku di encama wî agirê destkird de, xincî darwenê 600 salî, bi dehan bine darên din hatine şewitîn ku temenê wan jî digîje 500 salî, ku salane bi sedan kîlo Ketîrayê berhem di anîn.

Akinciyên gundê Kaşterê eşkere dikin ku di encama wî agirî de darwenê 600 salî xisarên zêde dîtinê û zehmet e ku careke din jinû ve şîn bibe.

Xelkê Kaşterê darwenê 600 salî bi yek ji hêma û sembolên gundê xwe didin zanîn, û daxwaza cezakirina wan kesan kirine ku, agir xistine nava dar û xwezayên gundê Kaşterê.

Parêzgeha Sine xweiyê pitir ji 377 hezar hiktar daristanî ye, ku 25 hezar hiktar jê, ji darwena pêk tê.

Hêjayî basê ye ku şîre û mîweya Qezwan a darwenê, bona çêkirina Benûşt û dermanên gyayî û Çespê tê bikaranîn.