Darbesta kar kedkarek bir darbesta mirinê

19:02 - 12 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Karkerekî Kurd li Seqiza rojhilatê Kurdistanê, bi sedema bûyerke kar ji darbestê kevte xwar û demildest jiyana xwe ji dest da.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja çarşemî 11’ê adar (march)a 2015’an, Mohemmed sadiqmîrî di dema kar kirinê ji darbestê dikeve xwar û jiyana xwe winda dike.

Ew karker li devera “Gulan”a Seqiza rojhilatê Kurdistanê mijûlî kar dibe ku nişkave ji ser dîwar û darbestê dikeve û bi tundî diherişe. Di rewşeke xirab de ku dixwez in wî ber bi nexweşxaneyê ve bibin, dawî bi jiyanê tîne.

Otopsî û bijîşkên nexweşxaneya Sigorta (Bîyme) ya Civakî li Seqizê, sedema mirina karkerê navborî, derbeya mêşk destnîşan kir.

Di deh mehên destpêkî ên sala Rojî li parêzgeha Sine (Kurdistan), 13 kesan bi sedema bûyerên kar jiyana xwe ji dest dane.

Ketin ji cihên bilind, derbe xwerin bi tiştên giran, girtina elektirîkê, şewitîn û kêmbûna oksîjen, ji sedemên sereke ên mirina karkeran dema karkirinê tên hejmartin.

Gor Raporta Sendîkaya karkerî, nebûna ewlehiyan di dema karkirnê de û her wiha kêmbûna alavên karkirinê, yek ji sedemên mirina karkeran e. Xemsariya karbidestên wezareta Kar û Ewlehiya Civakî ji sedemeke din a wan bûyeran tê hedsibandin. Her wiha perwerde nekirina karkeran bo kar kirinê, pirsgirêkên madî, saetên dirêj ên kar û psokolojiya xirab a jêr zext û givaşan a kedkaran, ji sebemên din yên mirina karkeran li rojhilatê Kurdistanê tên hejmartin.