Danîna çiqa xwendina bilind bi bê hebûna mamosta li zanîngeha Azad a bajarê Seqizê
14:44 - 9 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Di halekî de ku jêrxana hewce ji bo danîna çiqên xwandina karnasî ya bilind li zanîngeha Azad ya bajarê Seqizê îmkana vê tineye, birêveberên vê zanîngehê biryara danana çend çiqên xwandinê di vê astê de dane.
Li gora rapora ku gihîştiye bi nûçegîhaniya Kurdpa, li gor biryara birêveberên zanîngeha Azad a bajarê Seqizê, 7 tayên nû di asta karnasî ya bilind (karşinasiyê erşed) danîne, û di payîza Îsal de xwendekar bo wergiritne, lê li gor rêjeya hewce mamosta û îmkanat ji bo wan dabîn nekirine.
Yek ji wan hewcehiyên xwandinên li asta karnasya bilind, li gor ayînameya Wezareta Zanistê, hebûna aliyê kêm 2 endamên heyeta Zanistê bi bawernameya doxtoriyê bi awayekî hertimî be.
Lê vê zanîngehê, bi bê berçavgiritna vê qanûnê, biriyara danana tayên nû yên xwandinê daye.
Bo mînak di warê xwandina maf (hiqûq) de, vê zanîngehê yek mamostayê ku bawernameya doxtoriya maf hebe tineye, lê xwandekar ji bo wê tayê wergirtine, û li dawiyê de jî bi neçarî xwandina teybet bi vê dersê, bi kesên ne pispor bispêrin. Di vî warî de em dikarin îşarê bi dersa “Daweriya Navneteweyî” bikin, ku ji aliyê mamostayên zanistên siyasî ve tê gotin, yan jî dersa “Ayat El-ehkam” ku ji aliyê mamostayekî zimanê Farsî ve tê gotin.
Ev rewşa li zanîngeha Bokan û Merîwanê jî, di warê xwandina bilind, bo mînak karnasiya bilind ya endazyariya avedaniyê jî bi rê ve diçe.
Yek ji pirsgirêkên din yên vê zanîngehê, dabînnekirina pareyên hewce ji bo xwandekarên vê qada xwandinê ye, ku hinek caran, berevajiyê biryaran e, û zêdeyî 30 xwandekarî di jorekê de jiyanê dikin, eva jî ku xwe pirsgirêkeke mezin e, bo xwandekaran.