Dadsitanê bajarê Pîranşehrê digel azadiya “So`ida Xedîrzade” bi danîna barimteyê dijayetî kir

18:02 - 13 Kanûna Paşîn 2022

Dadsitanê bajarê Pîranşehrê digel biryara danîna barimteyê bo azadkirina welatiyek jin a bi navê “So`ida Xedîrzade” keça Rehîm ku di benda nisvan a girtîgeha bajarê Urmiyê de ye, dijayetî kir.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew welatiya di du nemeyan de, daxwaza azadkirna demkî bi danîna barimteyê kiribû, lê dadsitan û lêpirsê dosiya wê jinê digel wê daxwazê dijayetî kiribû.

Herwisa wê çavkaniya agehdar bas kir, “So`ida Xedîrzade” di wê daxwazê de ragihandibû ku niha li rewşek nebaş a girtîgehê de ye û bi sedema ducanbûna wê, givaşaxwînê, jana gurçîle û dîska piştê û nexweşiya hinav, man li girtîgehê jiyana wê xistiye metirsiyê.

Roja Dûşemî 17`ê Xezelwerê, “So`ida Xedîrzade” ji girtîgeha Îtla`ata Spaha Pasdaran bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.

“So`ida Xedîrzade” di heyama binçavkirinê de ji “çavpêkevtin digel malbata xwe” û “destpiraghîştin bi parêzer” hatibû bêparkirin.

Roja Pênşemî 22`ê Rezberê, hêzên ewlehî yên hikûmetê ew welatiya bi bê hebûna ti belgeyek yasayî binçav kiribû.

“So`ida” Xêzandar û xwediyê 2 zarokan e.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser navbirî de hatiye sepandin ti zanyariyek li ber dest nine.