Dadistanê Bajarê Sine: Girtîgeha Sine Zêdeyî Rêjeya Diyarîkirî, Girtî Hene
14:32 - 6 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Dadistanê Dadgeha Şoreşa bajarê Sine, Ekber Cewherî, piştî serdana xwe bo zîndana navendî ya vî bajarî ragihand ku vê girtîgehê zêdeyî rêjeya xwe girtî têde ne û diviya berpirsên pêwendîdar vê pirsê çareser bikin.
Nûçegihaniya Kurdpress di vê derbarê de belav kir Cewherî di serdana xwe de mêzeyî benda zindaniyên ewlehî-siyasî ya girtîgehê jî kiriye û soza baştirkirina vê beşê daye.
Ji aliyek din ve li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li Sine, girtîgeha navendî ya vê bajarê 9 bend bi xwe ve girtine û 650 heta 750 girtî tê de ne.
Tenê benda siyasî ku cihê 60 kesan dibe, 120 kes têde girtî ne.