Dadgehîkirina yek ji girtiyên Mehabadê piştî sê meh destbiseriyê

14:42 - 9 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Çalakvanekî çandî û xwendekarî yê kurd û xelkê Mehabadê piştî derbasbûna zêdetir ji sê mehan bi destbiserkirinê de, yekem gera dadgehîkirina wî birêve çû.

Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Omîd Debaxçî Mokrî ku piştî xwenîşandanên bajarê Mehabadê li nav mala xwe de hatibû destbiser û bo cihek nediyar hatibû veguhastin, hefteya borî hat dadgehîkirin.

Tê gotin ku Omîd Debaxçî, ew tometên ku li dadgehê jêre dane, bi tewahî ret kirine.

\"28343.jpg\"
Omîd Debaxçî
Li vê derheqê de nûçegihaniya Herana belav kiriye ku tometên weke hewildan li dijî tenahiya netewî ji riya hevkarîkirina bi opozîsyona hikûmeta Îranê re jê hatine dayîn.

Çavkaniyê herweha basa vê kiriye ku biryar e li midehek nêz de, celeseyek din ya dadgehîkirina wî hevwelatiyê Mehabadî li dadgeha “Înqilab” a wî bajarî de birêve biçe.

Piştî xwenîşandanên 17’ê Banemera bajarê Mehabadê lid or nerazîbûna bi mirina biguman ya Ferînaz Xusrewanî, hêzên ewlekarî, Omîd Debaxçî Mokiryanî jî li mala xwe de destbiser kiribûn.

Omîd Debaxçî piştî borîna sê mehan destbiserî û neroniya çarenivîsa wî, dawiya meha Pûşperê, bo girtîgeha nawendî ya bajarê Mehabadê hat veguhastin.