Dadgehê du ciwanên Riwanserî re hukmê zîndanê pesend kir.

19:12 - 26 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Dadgeha dadweriya hikûmeta Îslamıya Îranê li Riwansera Rojhelatê Kurdistanê, du xortên Kurd bi cezyê girtinê mehkûm kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, du ciwanên Kurdên Riwansera ser bi parêzgeha Kirmaşnê, piştî eşkere bûna hukmê wan (bo her yek salek zîndan), bi girtîgeha bajarê navborî hatin veguhastin.

Peyamnêrê Kurdpa li Riwanser, navê du ciwanên girtî ên Kurd, Soran Ehmedî bi 20 sal temen, kurê Enwer û Newîd Ehmedî kurê Emîr ragihand.

\"23310.jpg\"
Soran Ehmedî bi endambûn di partiyeke Kurdî de hatiye tometbar kirin
Tê gotin ew du ciwanên Kurd bi tawana pişikdarbûn di yekek di partiyên Kurd ên opozosyona Îranê de hatine mehkûm kirin û duzgeriya bajarê Riwanserê du sal cezayê girtinê wan re pesend kir ye.

Jêdereke agah li Riwanser, di peywendî ligel vê pirsê, peyamnêrê Kurdpa re wiha axifî: Ew du xortên kurd ku kurmamê hevûdû ne,roja Sêşmiya vê hefteyê bi girtîgeha Riwanserê hatin veguhastin.

Zext û givaş bi ser welatiyan û çalakvanên sivîl, di demekê de ye ku Rûhanî di heyamê hilbijartinan de ragihandibû: Piraniya cizayan bi tundajoyî nayên çareser kirin û divê karbidestên hikûmî bi nermî li gel pirsgirêkan tevbigerin. Lê berevajî vê yekê di hefteya borî de çendîn çalakvanên olî û sivîl ên Kurd li bajarên Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatine sewq kirin û girtin.