Dadgehê، cezaya girtîgehê ji rojnamenivîsê kurd “Kurşun” re erê kir

16:52 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: Dadgeha Bilind 10 sal ceza ji bo Midûrê Karê Nivîsan û Xwediyê Îmtiyazê berê ê \"Azadiya Welat\" û rojnameger, “Vedat Kurşun” erê kir.

Dadgehê der barê Midûrê Karê Nivîsê ê rojnameya “azadiya welat” Vedat Kurşun, 166 sal û 6 mehan ceza birîbû, pişt re ev ceza bû 10 sal û Dadgeha Bilind jî biryara Dadgeha Herêmî bo 10 salan erê kir.
Dozgera han ji bo Vedat Kurşun di destpêkê de 525 sal ceza xwestibû. Parêzerên Kurşun jî serî li Dadgeha Bilind dan û Daîreya Cezaya wî Dadgehî , ev biryar bo 166 sal û 6 mehan xira kirin.
Dadgeha Cezayê Giran a Amedê jî li 13’ê gulanê a sala 2010’an ev ceza kiribû12 sal û di wê barê de gotibû ku em nikarin ji bo her hijmarek li rojnemeyê, biryarek cuda bidin derkirin.

Di dawiya pêdaçonan de Dadgeha Cezaya Giran a amedê, 10 sal ceza da rojnameger Kurşun û Dadgeha Bilind biryara dadgehê erê kirin.