Dadgeha Şoreş ya bajarê Seqizê hevwelatiyekî Kurd ceza da

22:17 - 2 Gulan 2018
Ajansa Kurdpa: Taya yekê ya dadgeha Şoreş a bajarê Seqizê, cezaya salek hepsê ji hevwelatiyekî Kurd re birî.

Li gora rapora gihîştî malpera nûçegihaniya “Kurdpa”yê, hevwelatiyê Kurd yê bi navê “Eta Rehmanzade” naskirî bi (Şemal Seqizî) temen 50 salî, û kurê “Hacî Elî” di taya yek a dadgeha Şoreş ya bajarê Seqizê de, bi tawana çalakiyên”teblîxî li dijî hikûmetê” yek sal cezaya hepsa te`zîrî hat mehkûmkirin. Herwisa navbirî li dor “tometa têkdana aramiya giştî” jî bêtawan hate naskirin.

Herwisa ev hevwelatiyê Kurd di roja 4`ê Rezbera sala 1396`an de, piştî ku di meşên ji bo piştevanîkirin ji piroseya serxwebûna Herêma Kurdistanê de başdarî kiribû, ji aliyê hêzên îstxbaratê ve hatibû binçavkirin, û ji bo girtîgeha îdareya bajarê Seqizê hatibû veguhestin.

Navbirî piştî derbazkirina heyama mehekê di girtiîgehê de, bi danana barimteya 70 milyon Tûmenî ji girtîgeha navendî a bajarê Seqizê ji bo heyameke demkî hatiye azadkirin.

“Eta Rehmanzade” xêzandar, û xelkê gundê “Mirze” ya devera Serşîw a girêdayî bajarê Seqizê ye.