Dadgeha şarê Seqiz 3 welatiyên Kurd bi 9 salan hews mehkûm kirin

14:20 - 3 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: 3 welatiyên Kurd ji xelkê şarê Seqiz, jia liyê dadgeha inqilaba vî şarî bi hewsa teizîrî mehkûm kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, şaxa 1a dadgeha inqilaba şarê Seqiz, 3 welatiyên Kurd ji xelkên vî şarî, bi tawana alikarî tev yekik ji partên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îran, bi 9 salan hewsa teizîrî mehkûm kirin.

Raportêrê Kurdpa li şarê Seqiz ragihand, Kamil Şerîf Zadê bi 3 salan hewsa teizîrî, Xerîb Şerîfzadê bi 2 salan hewsa teizîrî û Irfan Mecîdî bi 4 salan hewsa teizîrî hatin mehkûm kirin.

Ev 3 welatiyên Kurd li heyva Gelawêja îsal de ji aliyê hêzên ewlehiyê li şarê Seqiz hatin girtin û paşî mideyik ragirtin li dezgeha ewlehiya vî şarî de, bi girtîgeha sêntrala Seqizê raguhastin.

Her wisa roja 25ê Xezelwera îsal, xebatkarik çandî ji xelkê şarê Seqiz , bi navê “ Solêyman Mehmûdî” ku bi 7 heyvan hewsa teizîrî hatibû mehkûm kirinê, bo borandina midê hukmê hewsa xwe raguhastiyê girtîgeha vî şarî kirin.