“Dadgeha Inqilab” a Urmiyê, hukmê hepsa di “teb`îd”ê de, bo hevwelatiyekî Kurd birî

21:30 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2017
Ajansa Kurdpa: Hevwelatiyekî Kurd di Urmiyê de, ji aliyê Dezgeha Qezayî ya Hikûmeta Îslamiya Îranê ve, hukmê pênc sal hepsa “Te`izîrî”, û 20 sal hepsa “tei`lîqî” û dûrxistina bo yek ji girtîgehên parêzgeha Xurasana Rezewî, jê re hate birîn.

Li ser bingeha rapora ku gihaye Ajansa Kurdpayê, liqa 1 ya dadgeha Inqilab a Urmiyê bi derkirina hukmekê, hevwelatiyekî Kurd bi navê Bêhzad Mehmûdnijad kurê Osman bi pênc salan hepsa te`izîrî û 20 salan hepsa te`ilîqî û dûrxistina bo yek ji girtîgehên parêzgeha Xurasana Rezewî mehkûm kir.

Çiqa 1 ya dadgeha Inqilab a Urmiyê, bi tohmeta endametî û alîkariya digel yek ji hizbên Kurd ên opozisyona Hikûmeta Îslamiya Îranê, hukmeke bi vî rengî, bo wî hevwelatiyê Kurd derkiriye.

27`ê Xermanana sala 1395`an, hêzên cihgir di binkeya Heştiyan a ser bi navçeya Somayê trombêla hevwelatiyekî Kurd bi navê Erkan Se`îdî kurê Şoqî dane ber gulleyan, û navbirî di encama vê êrîşê de jiyana xwe ji dest da.

Di vê bûyerê de Bêhzad Mehmûdnijad xelkê Gêçê bi giranî birîndar bû, û ji aliyê hêzên hikûmetî ve hate destbiserkirin.

Roja Pêncşemiyê 8`ê Pûşperê jî, hukmê 11 salan hepsê bo Nasir Şaboyî Dûdkanî, xelkê Şinoyê ji aliyê çiqa 13 ya dadgeha pêdeçûnê ya parêzgeha Azerbayacana Rojava ve hate birîn.

Ew hevwelatiyê Kurd di çiqa 101 ya dageha cezadanê ya 2 ya Şinoyê ve bi tohmeta endametiya di hizbeke Kurdî a opozisyona hikûmeta Îranê û hewldana bo tevlîhevkirina ewlehiya navxweyî bi du caran “pênc sal hepsê” û bi tohmeta çalakiya piropagendeyî di berjewendiya hizbên Kurdî ên opozisyona hikûmeta Îranê, bi yek sal hepsa te`izîrî hate mehkûmkirin.