Cûdokerekî Kurd medalyaya Bronz a Hong kongê misoger kir

18:37 - 20 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Ciwanekî Kurd xelkê Bicnûrd a ser bi Xurasana Bakûr li Îranê, di kêberkêya ciwanên cûdoker li Hong kongê de, medalyaya “Bronz ” bi dest xist.

Li gorî raporta ajanasa nûçegihaniya Kurdpa, Mihemmed Mihemmedî Birîmanlû, werizişkerê Kurd ê bajarê Bicnûrd, di 15’emîn xula pêşbirka welatê Hong Kong ku li asta Asyayê de bi rêve çû, pileya 3’em misoger kir.

Ew sîporkerê Kurd ku di wezna 66 kîlgiramî di pişkdarê pêşbirkê bibû, pileya sêyem bi dest xist û werzişkarê Japon û “Mongolia”(mixûlistan), di wê weznê de karîn bi rîz pileya yekem û duyem qazanc bikin.

Mihemmed Birîmanlû, di yekm rû bi rû bûn ligel werzişkerê “Kazakhstan” bi ser ket û bi dûre hember sîporkerê “Mongolia”(mixûlistan)) durand , piştre bi ser ketin li ser cûdokerekî Çînî de, gihîşte qonaxa dawiya rikberiyê û medalyeya “Bronz” bi dest xist.

Pazdehimîn xula rekberiya sîpora Jûdo(cûdo)li Asiya, bi pişikdariya werzişkerên 22 welatên Asyayî li Hong Kong bi rêve çû.

Mihemmed Mihemmedî Birîmanlû, pêştir jî li slala 2011’an, di 37’emîn xula rekberiya sîpora cûdo li welatê Îranê, di wezna 60 kîligiramî de, pileya duyem misoger kiribû.