Çiyavanên Sineyî Aviyerê diparêzin

15:23 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa kurdpa: Encûmenên têkildarî gel û çalakvanên jîngehparêzî, seyrangeha Aviyer li Sineya rojhilatê Kurdistanê, ji zibl û rejiya şewatê paqij kirin û şitlên daran şîn kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Navenda Çiyavanî a Kurdistanê, bi alîkariya rêxistinên parastina xwezayê; (Gêzîvanên Xwezayê û Civaka Kurdistana Kesk), di hereketek xweser û bi coş de, çalakiyên jîngehparêzî lidar xistin.

Heman rêxistinê di hefteyekî de 600 şitlên daran şînkirine û yekşemiya her hefteyê jî wan av dide.

Hêjayî gotinê ye, navenda Çiyavanî a Kurdistanê, tevî çalakiyên jor amaje pê hatî kirin, li ser torên civakî, welatiyan dawet bi alîkariyê dike.

\"28097.jpg\"
Her wiha ew navend bi armanca destek-kirina çiyayê Avîder û pêşî girtin ji avakirina binayan li derdora wê seyrangehê, dest bi çalakiya komkirina îmzeyan kiriye. Heya niha 2 hezar û 500 îmze hatin berhev kirin. Destpêka buhara evsal jî, navenda navborî roleke girîng di kontirol û vemirandina daristanên Sine de lîstibû.

Ew çalakiyên Navenda Çîyayî a Kurdistanê, bi armanca parastina jîngeh û xwezayê tên encamdan ku heya niha ji aliyê gel ve bi pêşwaziyek germ re rû bi rû bûye.

Gorî çavkaniyên herêmî, tevahiya wan çalakiyan, hemwelatî bi xwe bi rê ve dibin û tu aliyên hikûmetî bi wan re nabe alîkar.

\"28100.jpg\"

\"28099.jpg\"

\"28098.jpg\"