Çiyavanekî Kirmaşanî dîsa ji bilindiya 8 hezar metreyî bi serket

15:40 - 29 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Werzişkarekî Kurd li Kirmaşana rojhilatê Kurdistanê, ji gupika “Anapûrna”a çiyê bilind ê Hîmaliya, bi serbilindî serkevt.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja sêşemî 24’ê adara 2015’an, Riza Şehlayî, çiyavanê bi navbang yê Kirmaşanî, di navserê dehimîn lûtkeya bilind a cîhanê de sekinî.

Bilindiya qupika Anapûrna li rêzeçiyayê Hîmaliya 8091 metre ye.

Ew sporkerê Kurd roja 28’ê sibata 2015’an, bi hedefa çiyavanî ber bi welatê Nipalê bi rê keibû. Navborî sêşemiya borî (roja 24’ê adarê) li gel tîmeke cîyavanî (kûhnewerdî) ji welatên Fenlanda, Masadûniya, Çîn û çiyavenek bi netewe Tirkî- Amerîkî û 6 kesên din yên alîkar, hilikişîna ji çiya qezenc kirin.

Riza Şehlayî pêştir ji, ji çiyayên bi heman qasî bilind yên “Êwêrêst”, “K2” û“Kançên Çunga” bi ser kevtibû.

Ew çiyavanê Kurd sala 1960’an li Kirmaşanê hatiye dinê ku ji sala 1982’an dest bi çalakiyên çiyavanî kirbû û nihajî berdewam wî karî didomîn e.