Çiyagerekî Kurd serkete ser çiyayê Êvêristê

15:48 - 21 Gulan 2012
Kurdpa: nûçegihaniya Kurdprees bilav kir ku çiyagerekî Kurd ê Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê bi navê Riza Şehlayî karî ku serkeve ser çiyayê herî bilind ê cîhanê de.

Berî vî çiyagerê Kurd nemir Mihemed Ewraz çiyagerê navdar ê xelkê Nexedê li sala 1377’an, Riza Behadoranî çiyagerekî din ê Kurd ê Kirmaşanê li buhara sala 1384 û herweha Hemîd Dêhqan çiyagerê xelkê Sinê li Buhara sala 1390’î de karîn ku kopka Êvêristê wate kopka herî bilind a cîhanê bibrin.

Çiyayê Êvirist çiyayê herî bilind ê cîhanê ye ku bilindahiya wê 8884 mêtroyan bilind e, ku ji zincîre çiyayên Hîmalyayê li sînorê herêma sagarmatay “nipal û tebet”ê li welatê Çîn hilketiye.