Ciwanên rojhilatê Kurdistanê tevlî rêxistina DAÎŞ’ dibin

15:52 - 19 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Heya niha çendîn ciwan li bajarên cihê reng ên rojhilatê kurdistanê, çûne nav refên DAÎŞ’ê û bi çendîn kes ji wan jî hatine kuştin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ciwanek bi navê Rehîm Bayezîdî kurê Omer (22) salî, xelkê Mehabada rojhilatê Kurdistanê ku bi armanca xezayê rû li DAÎŞ kiribû, di şer û pevçûnên navbera DAÎŞ’ê û pêşmergeyan li Şengalê, jiyana xwe ji dest da.

Hevdem li gel wê bûyerê peyamnêrê Kurdpa li Seqiz a rojhilatê kurdistanê, eşkere kir: Beriya niha bi çend rojan, Ferzad Mihemedî (ligel hevjîna xwe ) û kesek bi navê Yeiqûb,li taxa Berdbiran a Seqizê çûn nava refên DAÎŞ’ê.

Pêwîste bê gotin ku pêştir jî ciwanekî bajarê Seqiz ê rojhilatê kurdistanê ku li taxa Hacîava ya wî bajarî dima, li nav rêxistina DAÎŞ’ê de jiyana xwe winda kir û konê sersaxiyê bi awayekî veşartî ji aliyê malbata wî ve hatibû lidarxistin.

Her di wê peywendiyê de 3 ciwanên Mehabadî bi navên “M.N” (16), “Ş.N”(20) salî û “R.S”ku tev hêzên DAÎŞ bibûn, di pevçûn li gel pêşmerge û hêzên Kurdî de jiyana xwe ji dest dan e.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha bi 5 salan çend ciwanên bajarê Seqiz ê rojhilatê kurdistanê ku bi armanca xeza û şer ligel Amerîkayê bera xwe dabûn Efxanistanê, yek ji wan kesan bi navê Yadigar Şêxhesenî bi awayekî xwekuj dawî bi jiyana xwe anî.

Li detpêka şerê DAÎŞ’ê heya niha bi 10’an ciwanê Kurd li rojhilatê kurdistanê nemaze li bajarên Mehabad, Bokan, Seqiz û Ciwanro, tevlî refên wê rêxistinê bûne û çendîn xortên Kurd jî di şerê qaşoyî Kurd li nav DAÎŞ’ de hatine kuştin.