Ciwanekî xelkê Şabadê bi sedema pirskirikên ciwakî dawî bi jiyana xwe anî

18:58 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Sêşemî 7`ê Tîrmehê, ciwanekî Kurd yê bi navê “Sehend Şehbazî” kurê “Bêhzad”, xelkê bajarê Şabad a parêzgeha Kirmaşanê, dawî bi jiyana xwe anî.

Wî ciwanê Kurd, bi sedema pirskirikên ciwakî dawî bi jiyana xwe anî.

Pêka amara ku di navenda amarên Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa” yê hatiye tomar kirin, di heyama sê mehên derbasbûyî de, 22 haletên xwe kuştinê ji aliyê mêran de qevimiye.

Parêzgeha Sineyê 8 halet, Parêzgeha Kirmaşanê 6 halet, Parêzgeha Îlamê 2 halet û Parêzgeha Urmiyê 6 halet.