Ciwanekî xelkê Merîwanê bo derbaskirina hemaya desteserkirina xwe bo girtîgehê hate veguhastin

12:37 - 16 Kanûna Paşîn 2020

Ajansa Kurdpa: Ciwanekî Kurd ê xelkê bajarê Merîwanê, bo derbaskirina heyama desteserkirina xwe bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

Li gorî Nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî, 24`ê Befranbarê,  ciwanekî Kurd ê bi navê “Wuriya Ferecî “ xelkê gundê “Nê” a ser bi bajarê Merîwanê, bo derbaskirina heyama desteserkirina xwe , bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

Ew ciwanê Kurd, di dadgeha înqilab a bajarê Merîwanê de, bi tohmeta “endamê yek ji Partiyên Kurd yên Opozisyon yên hikûmeta Îranê” bi 5 sal hepsa te`izîrî hate cezadan û ew cezaye di dadgeha pêdaçûnê bo 2 sal hepsa te`izîrî hate kêmkirin.

“Wuriya Ferecî”, roja Çarşemî 20`ê Pûşperê, bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd” ji aliyê Îtila`atê ve hatibû desteserkirin û piştî 34 rojan di girtîgeha îdareya îtila`ata bajarê Sineyê de, bi danîna barimteya 120 milyon tumenî bi awayekî demkî hatibû azadkirin.