Ciwanekî Şinoyî xwe kuşt

18:13 - 26 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa kurdpa: Ciwanekî kurd li bajarê Şino ê rojhilatê kurdistanê, bi xwe darvekirinê dawî bi jiyana xwe anî.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, şeva borî ciwanekî 21 salî ê bi navê “R. A” kurê Ebdullh ku rûniştiyê devera “Seyîd ava” ya Şinoyê bû, bi sedema nakokiyên malbatî, bi riya daliqandinê xwe kuşt.

Bi gotina jêderekî agah termê ciwanê xwe kuştî bo nexweşxaneya “Nebî Ekrem” a Şinoyê hat veguhastin û hîna jî radestî malbata vî nehatiye kirin.

Her wê jêdera nûçeyan amaje bi vê yekê jî kir ku xwe kuştina wî xortê
Kurd bi sedema nakokiyên nava malbatê pêkhatiye.

Xwe kuştin li rojhilatê Kurdistanê, li gorî bajarên din ên Îranê zêdetir e; hewla xwe kuştina ciwane 16 salî ê binavê Rêbwar xelkê Şinoyê (beriya niha bi mehekî), mînakek bo wê bûyerê ye, lê ew di kuştina xwe de bi ser neket.

Karzanên karûbarên civakî, li ser vê baweriyê ne ku hejarî û xêzanî, sedemên sereke yên xwe kuştina hemwelatiyan li Îranê tên hejmartin, bi awayekî ku bandora ambargoyên aborî û bêkariyê, xwekuştinan ciwanan li wî welatî, ji caran zêdetir kiriye.