Ciwanekî Serdeştî Dawî Bi Jiyana Xwe Anî

19:40 - 3 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Maplera Şaronews li serdeştê belav kir ku roja çarşem 02-11-2011-an ciwanekî wî bajarî bi navê Ebûbekir Ebûbekrî bi sedemek neron xwe daliqand û dawî bi jiyana xwe anî.

Heta niha derbarê sedema yan sedemên xwekujiya Ebûbekir tu zaniyariyek ne li berdest e.
Hêjayî gotinê ye ku di heyamê çend mehên derbazbûyî de çend mînakên han ên xwekujî û xweşewitandin li bajarê Serdeşt û hermên derdora wî de qewimîne.
Li gor zaniyariyên navenda serjimêriya Ajansa Kurdpa, ji destpêka îsal ve heta niha di herêmên Kurdakincî yên Îranê de 10 kes ji her du regezên nêr û mê bi sedemên cur bi cur dawî bi jayana xwe anîne. Eva tenê serjimêriya Kurdpa ye û renge jimara xwekujiyê ji vê jimarê jî zêdetir be.