Ciwanekî Seqizî xwe teqand

23:10 - 13 Gulan 2012
kurdpa: Ciwanekî temen 22 sal ê Seqizî ku ser bi girupeke Îslamiyên tundrew e, li Efxanistanê de xwe teqand.

Li gorî Ajansa nûçegihaniya Kurdpa Eyub Beqayî 22 salî û akinciyê taxa Hacî Awa ya bajarê Seqizê çend rojan berî niha li welatê Efxanistanê de xwe teqand û canê xwe ji dest da. Nêzîk bi du mehan berî niha jî Şoreş Qasimî akinciyê taxa Şarewaniya Seqizê li Pakistanê de xwe teqandibû.

Her weha heyamekî berî niha jî pênc hemwelatiyên Kurd xelkê Ciwanro piştî pitir ji pênc mehan bê serûşûnbûnê derket ku bi sedemên nediyar li nav Ejqaîdeyê de canê xwe ji dest dane