Ciwanekî rojhilatê Kurdistanê li Pakistanê xwe teqandiye

13:39 - 23 Nîsan 2012
Kurdpa: Ciwanekî temen 18 salî ê bajarê Seqiza rojhelata Kurdistanê ku ser bi girupeke Îslamiyên tundrew bû, li welatê Pakidtanê de xwe teqandiye.

Li gor nûçeya gihîştî destê Ajansa Nûçeghaniya Kurdpa,Şoreş Qasimî akainciyên taxa pişt Şarewaniya Seqizê nêzîk b du mehan berî niha li Pakistanê xwe teqandiye, lê nûçeya xweteqandina wî taze bi malbata wî hatiye ragehandin.

Sala borî jî çend ciwanên xelkê Ciwanro ku endamê girupa Elqaîdeyê bûn li bûyerên weha de li Pakistan û Efxanistanê dexwe teqandin.

Pêştir jî ciwaneke taxa Hacîawa ya Seqizê li Efxanistanê li gel girûpeke ser bi Elqaîdeyê ketibû ber desrêja hêzên Amerîkayî û canê xwe ji dest dabû.

Li heyamê çend salên borî de li navçeyên Kurdakincî ên Îranê de girupên tundajo ên Îslamî bi awayên berfireh dest bi çalakiya propagendeyî kirine û komek ciwanên Kurd bo meşq û perwerdeya li gorî îdeolojiya xwe şandine Pakistan û Efxanistanê.