Ciwanekî Merîwanê hate binçavkirin

17:11 - 28 Çirriya pêşîn 2020

Roja Sêşemî 6`ê Xezelwerê, ciwanekî Kurd yê bi navê “Eta Fetahî” temen 24 salî, kurê Mihemed û xelkê gundê “Serdûş” ê ser bi bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihek nediyar hate veguhastin.   

Hêzên ewlehî bi ser mala wî welatiyê Kurd de dagirtin û bi bê belgehên yasayî navbirî binçavkirin.

Heya niha lipeyketina malbata wî welatiyê Kurd, bo agehdarbûn ji çarenivîsa kurê xwe bi par mane.

Herwisa heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyarî derheq tometa bi ser wî welatiyê Kurd de hatî sepandin ji ber dest de nîne.