Ciwanekî li bajarê Selasa Bawecanî xwe kuşt

20:41 - 28 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Li gundekî girêdayî bajarê Selasa Bawecanî ciwanekî bi sebebeke nediyar dawî bi jiyana xwe anî.

Li gor nûçeya ku gihaye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, li bajarê Selasa Bawecanî ciwanek bi navê “Tehsîn Xanî” temen 20 salî, xwe kuşt.

Navbirî akinciyê gundê “Ewraze” di navçeyeke ser bi sînorên girêdayî parêzgeha Kirmaşanê bû, û bi sebeba pirsgirêkên malî dawî bi jiyana xwe anî.

Li gor gotina xelkê navçeyê, pirsgirêkên malî ji bo wê malbatê çêbûne û navbirî ji ber wê sebebê xwe kuştiye.

Bajarê Selasa Bawecanî ku navenda wê Tazava ye,nêzî 20 hezar kes akinciyên wê hene, ev navçeya yek ji wan navçeyên belengaz di kurdistana Îranê de tê hesibandin.

Berê jî, Şahîn Mihemedî endamê çalak a encûmena jinên Merîwanê, derbarê mijara xwekujiyê di Kurdistanê de ji nûçegihaniya Kurdpayê re gotibû: “Zêdebûna rêjiye xwekujiyê gihîştiye astekê ku niha jî, weke nexweşiyekê di tevahiya civakê de, tê temaşekirin,mixabin nûçeyên xwekuştinê jî pir asayî bûne û ev jî wiha kiriye ku hewleke cidî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê di vê navberê de nehê dayîn”.