Ciwanekî Kurd yê bajarê Urmiyê bi 5 sal heps hate ceza dan

15:53 - 22 Şibat 2019
Ajansa Kurdpa: Ciwanekî Kurd yê xelkê devera “Mirgewer” a girêdayî bajarê Urmiye, ji aliyê taya 3 ya dadgeha Şoreş a wî bajarî, 5 sal cezaya hepsê bi ser de hate sepandin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, taya 3 ya dadgeha bajarê Urmiyê, bi birêveberiya dadwer “Necefî” 5 sal cezayî hepsê bo “Mecîd Tîbaş” kurê Xalid, xelkê “Diza” Mirgewer ya girêdayî bajarê Urmiyê bi ser de hate sepandin.

Li gorî gotina yek ji kesên nêzîk yê “Mecîd Tîbaş”, di vê derheq de, dadgeha Şoreş ya bajarê Urmiyê, ew ciwanê Kurd bi endambûn û teblîxkirina bi qazanca yek ji Hizbên Kurd yên opozisyon yên hikûmeta Îranê tometbar kiriye.

Herwisa vê çavkaniyê daye zanîn ku, birêveçûna civîna dadgehî kirina wî ciwanê Kurd, bi beşdariya parêzerî wî hatiye lidarxistin, û navbirî bi sedma wê cezayî ku bi ser de hate sepandin, nerazîbûna xwe nîşan daye.

Roja Pincşeme 27`ê Befranbar, piştî lêkolînê “Mecîd Tîbaş” bi awayî demkî heya birêveçûna dubare ya civîna dadgehîkirina wî, ji hepsê hatibû azadkirin.

Ew ciwanê Kurd 5`ê Befranbara îsal, piştî gazîkirina bo navenda Xeberî ya îdareya îtila`atê ya bajarê Urmiyê hatibû desteserkirin.

Her di vê derheqê de jî, sala 1391`an, li ser biryara hiraseta zanîngeha “Êlmî û Karbordî” ya bajarê Urmiyê, bi sedema ku wî ciwanê Kurd di ser şaşeya Leptoba xwe wêneya alaya Kurdistanê danîbû, û herwisa ew wêneye di Konferansekê bi dataşoyî nîşan dabû, li zanîngehêhatibû derxistin.

Herwisa ew hevwelatiyî Kurd di sala 1392`an de ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû destseserkirin û piştî xwedîkirina li girtîngehê, hatibû azad kirin.