Ciwanekî Kurd rastî bûyera teqîna mînê hat

21:40 - 24 Kanûna pêşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Ciwanekî Kurd ê xelkê bajarê “Serpêla Zehaw”ê bi sebeba teqîna mîn (mayîn)ê di bajarê “Şûş” a girêdayî parêzgeha “Xûzistanê” de birîndar bû.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa” Kurdpa”yê, êvara roja Şemiyê 2`ê Befranbara 1396`an, ciwanekî Kurdê xelkê bajarê “Serpêla Zehaw” yê bi navê “Daniyal Xedîw” temen 15 salî di devera (Çinane) “Fike” a girêdayî bajarê Şûş a ser bi parêzgeha “Xûzistanê” rastî bûyera teqîna mayînê hat.

Ev ciwanê Kurd xelkê Kirmaşanê li wir mijûlî karê şivanetiyê bûye,û dema ku mîhek diçe ser mîneke çandî ji aliyê hikûmeta Îranê ve, û ev mîn jî diteqe, û parçeyek ji vê mînê li wî ciwanê Kurd dikeve, rûyê wî ciwanî birîndar dike.

Hatiye zanîn ku, ew ciwanê Kurd piştî veguhastina ji bo nexweşxaneya “Nizam Maf”, niha jî li jêr çavdêriya pizîşkî de ye, û emeliyata çav jê re hatiye encamdan,û li gora gotina berpirsên nexweşxaneyê rewşa tendirustiya wî ne baş e.

Pizîşkê nexweşxaneya Nizam Maf ragehandiye ku ji ber parçeke gellek biçûk ku di nav çavê wî ciwanê kurd de ye, dibe ku ji bo çareseriya pizişkî navbirî ji bo nexweşxaneya bajarê Ehwazê bê şandin.

Li gora amarên ku hatine tomarkirin di navenda amara Ajansa “Kurdpa”yê de, di heyama 6 mehên destpêka îsal de, 23 hemwelatî ji ber bûyerên wiha tûşî xesarên canî bûne, ji wan 23 kesan sê kesan jiyan xwe ji dest dane, û 20 kesên din jî birîndar bûne.

Li gora amaran 16 milyon hiktar axa Îranê hatiye mînrêjkirin.