Ciwanekî Kurd pileya duyem si pêşbaziyên “meharet”ê de bi desat xist

21:03 - 13 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Di Şazdehemîn pêşbaziyên “Meharet”ê de ku taybet e bi pîşeyên sen’etî, ciwanekî Kurd xelkê Seqizê karî pileya duyem bi dest bixe.

Li gora nûçeya gihiştî bi Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, ew pêşbazî ku her sal bi beşdariya ciwanên bin 21 salî di Îranê de bi rê ve diçe, di 11’ê Rêbendanê de dets pê kir û piştî bidawîhatin û nirxandina berheman Emîr Hacî Pîrotî wekî ciwanê serkevtî di warê “Lûlekêşî û sîstema germê” karî pileya duyem û medalyaya zîw ji xwe re bi dest bixe.

Ji bilî Emîr Hacî Pîrotî tîma Sine karî 2 medalyayên zêr di warê roboteke tîmî, 4 medalên zîw di warên dariştina girafîk, cûşkarî, û lûlekêşî, 2 medalyayên bironz di warê Akwatronîk û 3 dîplomên şanaziyê di warê berhemanîna tîmî bi dest bixin.

Emîr Hacî Pîrotî xwendekarê kardaniya “teisîsat” di zankoya azas a Seqizê de ye, ku berê jî di asta Seqizê û parêzgeha Seqizê pileya yekem bi dest xistibû.