Ciwanekî kurd li Urmiyê de dawî bi jiyana xwe anî

16:07 - 9 Çirriya paşîn 2016
ajansa kurdpa: Ciwanekî 21 salî di gundê Rajan a ser bi bajarê Urmiyê ve dawî bi jiyana xwe anî.

Li gorî nûçeyan, ciwanê kurd yê bi navê ‘’Pêjman Xeşmanîpûr” kurê Luqman xelkê gundê Rajan a ser bi devera Mirgewer a bajarê Urmiyê bi çeka nêçîrê dawî bi jiyana xwe aniye.

Li gor çavkaniyan, xûşka wî jî di dema hewildayîna bo rizgarkirina birayê xwe de birîndar bûye û niha li nexweşxaneyê di jêr çavdêriya pizîşkî de ye.

Tê gotin ku sedema vê xwekujiyê, pirsgirêkên malbatî bûye û pêştir jî navhatî çend caran hewla xwekujiyê dabû.