Ciwanekî Kurd Li Jêr Îşkencê Ve Hat Kuştin

12:38 - 5 Şibat 2012
Kurdpa: Çend rojan beriya niha ciwanekî Kurd yê gundê Çehrîqê a bajarê Selmasê, bi navê Îrec kurê Ekran temen 24 salî ji aliyê hêzên întizamî ve hat destbiserkirin û bo cihek nediyar hat veguhastin. Lê piştî çend rojan berpirsên zîndana bajarê Selmasê malbata Îrec haydar dikin ku kurê wan bi sedema nexweşiyê canê xwe ji dest daye bila bên termê wî wergirin.

Malbata Îrec ji aliyê navenda ewlekarî ve gef jê hatiye xwarin ku sedema mirina kurê xwe sekinîna dil rabigihînin û nabe tu ragihandinek ji vê pirsê haydar be û ger wusa nebe, dê wan re pirsgirik çê be.

Heta niha jî sedema girtina Îrec diyar niye.