Ciwanekî Kurd di bjarê Selmasê de hate binçavkirin

11:27 - 7 Kanûna Paşîn 2020

Ajansa Kurdpa: Ciwanekî Kurd ê xelkê bajarê Selmasê ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatiye binçavkirin.

Pêka nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 11`ê Befranbarê, ciwanekî Kurd ê bi navê “Sohrab Canfeza”, ê xelkê bajarê Selmasê, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate binçavkiirn û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka çavkaniyeke agehdar, hêzên Îtila`atê bi bê hebûna destûra yasayî ew ciwanê Kurd binçavkirine.

Herwisa wê çavkaniyê gotiye: Heya niha li pey ketina malbata wî ciwanê Kur ji derheq kurên xwe de bê encam mane.

Wê çavkaniyê daye zanîn, ew ciwanê Kurd berê, endamê yek ji Partiyên Kurd yên opozisiyon yên dijî hikûmeta Îranê bûye.

Heya weşana vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û cihê binçavkirina wî ciwanê Kurd ti zaniyariyek ji ber dest nîne.