Ciwanekî Kurd di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest da

18:14 - 7 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Ciwanekî Kurd yê xelkê bajarê Kamyaranê ku di kombûna neraziyên bajarê Sineyê de hatibû desteserkirin, di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest da.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, “Kawe Wêysanî” kurê Fetila û xelkê gundê “Xamsan” a ser bi bajarê Kamyaranê û rûniştiyê şehreka “Beharan” ya ser bi bajarê Sineyê, di bin êş û îşkenceyê de canê xwe ji dest da.

Kesek ji nêzîkê wî ciwanê Kurd, bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye ku: “Kawe Wêysanî” di kombûna nerizayetiyên bajarê Sineyê de, hatibû desteserkirin û roja Înê 15`ê Sermawezê, termê wî ciwanê Kurd, di derdora bajarê Sineyê de peyda kirine.

Herwisa wê çavkaniyê daye xuyakirin ku: Cihê êş û îşkenceyê bi sedema lêdanê li ser laşê Kawe Wêysanî xuya bûye.

Di berdewamiyê de wê çackaniyê got: “Malbata Wêysanî dezgeha îtila`ata bajarê Sineyê, li hember guştina kurê xwe, berpirsyar dizane.

Wê çavkaniyê ewe jî daye zanîn ku, malbata Wêysanî ji tirsa gefa hêzên îtila`atê ve, xwe ji mediyayîkirina nûçeya desteserkirina kurê xwe, dûr kirine.