Ciwanekî Kurd di bajarê Urmiyê de hate binçavkirin

18:01 - 26 Şibat 2020

Roja Sêşemî, 6`ê Reşemê, hêzên Îtila`atê di bajarê Urmiyê de ciwanekî Kurd yê bi navê “Sîrwan Mihemedî” binçav kirin û bo cihekî nexuya veguhastin.

Binçavkirina wî ciwanê Kurd bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî bûye û heya niha ti zanyariyek ji derheq qedera wî ji ber dest de nîne.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew ciwanê Kurd bi tohmeta “endambûn digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” hatiye binçavkirin.

Heya niha lipeyketina malbata wî ciwanê Kurd li derheq qedera kurê xwe bê encam maye.

Pêka benda 1 a madeya 9 a rêketinameya Navneteweyî a Mafê Siyasî û Medenî a pejirandî ya sala 1966`an, hemû kesekê mafê azadî û ewlehiya takekesî heye û ti kesek nikare bi awayekî serbixwe keseke din binçav bike.

Ne tinê binçavkirina tohmetbar dibe bo haletê taybet bête sînordarkirin, belkî dibe tawanbar destbicih li sebeba binçavkirinê ji aliyê Polîs an jî berpirsên dadweriyê ve bê agahdarkirên.