Ciwanekî Kurd bo îdareya îtila`atê hate gazîkirin

15:49 - 29 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Ciwanê Kurd yê xelkê gundê girdaiyî bajarê Merîwanê, bo îdareya îtila`ata wî bajarî hate gazîkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 7`ê Xakelêweyê, ciwanê Kurd yê bi navê “Kamran Qadirî” temen 25 salî û kurê Kawe, xelkê gundê “Serdoş” a girêdayî bajarê Merîwanê, bo îdareya îtila`ata wî bajarî hate gazîkirin.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, sedema gazîkirina wî ciwanê Kurd beşdarîkirin di rêûresimên cejna Newrozê a li gundê Serdoşê daye zanîn.

Herwisa vê çavkaniyê zêde jî kiriye ku: Ev ciwanê Kurd piştî çend demjêmran lêkolînkirinê hatiye azadkirin.

Her di vê derherqê de jî, roja Sêşemî 6`ê Xakelêweyê, ciwanekî din yê Kurd yê xelkê gundê “Serdoş” a girêdaiyî, bajarê Merîwnê, yê bi navê “Adil Nîkxwah” temen 23`ê salî û kurê Omer, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin.

Herwisa roja Duşemî 5`ê Xakelêweyê, du ciwanên din yên Kurd yên bi navên “Erselan Nîkxwah” temen 24`ê salî û kurê Arf, “Areş Nuzerî” temen 23`ê salî kurê Faîq, ku ev jî xelkê gundê Serdoşê bûn, ji aliyê hêzên îtila`atê hatibûne desteserkirin.