Ciwanekî Kurd bo girtîgeha Urmiyê hate veguhastin

14:57 - 30 Îlon 2018
Ajansa Kurdpa: Ciwanekî Kurd yê xelkê bajarê Urmiyê piştî encamdana lêpirsîna tewaw di îtila`atê de bo girtîgeha Navendî a Urmiyê hate veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, ciwanê Kurd yê bi navê “Îqbal Ehmedpûr” kurê “Mihemed” xelkê gundê “Enbê” a girêdayî devera Mirgwere a ser bi Urmiyê, piştî tewawbûna lêpirsînê, navbirî bo girtîgeha Navendî a Urmiyê hatiye veguhastin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, veguhastina wî ciwanê Kurd bo girtîgeha Navendî a Urmiyê, bi bê destûra dadwer hatiye encamdan.

Ev ciwanê Kurd 20`ê Xermanana îsal bi tawana endambûna di yek ji partiyên Kurd yên opozisyonê yên hikûmeta Îranê de, ji aliyê îdareya îtila`ata Urmiyê ve hatibû destbiserkirin, û bo heyama 12 rojan di odeya takekesî ya vê îdareyê, lêpirsîn lê hatiye kirin.