Ciwanekî Kurd bo derbaskirina heyama hepsa xwe bo girtîgeha bajarê Merîwanê hate veguhastin

16:58 - 23 Kanûna Paşîn 2020

Roja Çarşemî, 2`ê Rêbendanê, ciwanekî Kurd yê bi navê “Biryar Kawe” kurê Emîn yê temen 26 salî û xelkê gundê “Nê” a ser bi bajarê Merîwanê, bo derbaskirina heyama hepsa xwe, bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

Di dawiya meha Reşeme ya sala 1397`an de, dadgeha şoreş a bajarê Merîwanê, ew welatiyê Kurd bi tohmeta “endambûn digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” bi 5 sal hepsa te`ezîrî ceza dan. Ew cezaye di dadgeha pêdaçûnê ya bajarê Sineyê de, bo 2 sal hepsa te`ezîrî hate kêmkirin.

Roja Pêncşemî 26`ê Rezberê, “Biryar Kawe” ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate binçavkirin û piştî 32 rojan di girtîgeha îdareya Îtila`at ya bajarê Sineyê de, roja Yekşemî 27`ê Xezelwerê a wê salê, bo girtîgeha navendî ya bajarê Merîwanê hate veguhastin.

Roja Duşemî 28`ê Xezelwera sala 1397 an, ew ciwanê Kurd ê xelkê bajarê Merîwanê, bi danîna barimteyê, bi awayekî demkî û heya dema dadgehîkirina wî hate azadkirin.