Ciwanekî Kurd bi sedema pirsgirêkên aborî dawî bi jiyana xwe anî

14:53 - 17 Şibat 2019
Ajansa Kurdpa: Ciwanê Kurd yê xelkê bajarê Rewanser a girêdayî parêzgeha Kirmanşanê, dawî bi jiyana xwe anî.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Înê 26`ê Rêbendan (15`ê Şibat)ê ciwanê Kurd yê bi navê “Umîd Mihemedî” temen 30 salî û xwediyî bawerînameya Kampyotirê, li cihê karê xwe de dawî bi jiyana xwe anî.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ew bûyera bi sedema “arîşeyên aborî” çê bûye.

Her di vê derheqê de, roja Şemî 20`ê Rêbendan, ciwanekî din yê Kurd yê bi navê “Danyal Şêxepûr” kurê Kemal, û xelkê bajarê Serdeştê, bi sedema “ hejarî û arîşeyên civakî” dawî bi jiyana xwe anî.