Ciwanekî Kurd bi sedema nebûna kar dawî bi jiyana xew anî

16:07 - 21 Çirriya paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Ciwanekî Kurd piştî bêhêvîbûna ji pêşerojê, û jiyana bê dahat, dawî bi jiyana xwe anî.

Li gora rapora Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, êvariya roja derbazbûyî, li bajarokê ‘’balawê’’ a ser bi bajarê ‘’Urmiyê’’ ciwanekî temen 26 salî bi navê ‘’Yunis Efşarî’’ bi demançeyê dawî bi jiyana xwe anî.

Nûçegehaniya Kurdpa, bi piştrastkirina wê bûyerê dide zanîn, ku Yunis Efşarî, serbarê vê ku xwandina xwe bi dawî anîbû, lê seba nebûna derfeta kar û dabînkirina dahata jiyanê, li pêşeroja xwe bêhêvî dibe, û ew yek dibe sedema vê ku, xwe bikuje.

Herwisa tê gotin ku navbirî,çend caran bas ji xwekuştinê kiribû.
Destpêka meha derbazbûyî, di herêma ‘’ezgile’’ a ser bi bajarê ‘’selasa babacanî’’ ciwanekî, piştî peydanebûna kar, û bêhêvîbûn ji rewşa niha ya jiyanê, dawî bi jiyana xwe anîbû.

Her çar parêzgehên Kurdistana Rojhelatê, li çav parêzgehên dine yên Îranê, xwediyê rêjeyekî zaf ya nirxa bêkariyî ne.

Buhara îsal, berpirsê nivîsîngeha “Silamet û Rewan û Ê’tiyad” a Wezareta Tendurustiyê, daxwaza hevkarîkirina hemû Wezaretan kir, bona kêmkirina diyardeya xwekujyê di welat de, û herwisa sedema sereke ya xwekujiya ciwanan di welat de, nebûna derfeta kar û bikaryê bi nav kir.