Ciwanekî Azerî rewşa nebaş ya girtîgeha “Derya” a Urmiyê eşkera dike

21:47 - 26 Çirriya pêşîn 2015
Nûçegîhaniya Kurdpa: Yek ji çalakvanê sivîl yê Azerbaycanê, piştî azadbûn ji girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê, derbarê rewşa nebaş ya çiqa ciwanan a vê girtîgehê diaxive.

Li gora rapora ku gîhaye nûçegîhaniya Kurdpa, Nîma Hesenî, çalakvanê Azerbaycanê, piştî azadbûn ji girtîgeha Deryîa Urmiyê, dilgiraniya xwe derheq rewşa nebaş ya vê girtîgehê aniye ziman.
Navbirîtevî îşarekirina bi derbazkirina mehek li cezaya xwe li girtîgeha bajarê Urmiyê gotiye: “Di girtîgehê de tûşî nexweşiyan bûme, û ev azar û nexweşiyên min piştî azadbûnê jî zêde kirine”.

\"28867.jpg\"
Nîma Hesenî, çalakvanê Azerbaycanê
Malpera “Avyan News” gotûbêjek digel wî ciwanî temen 22 salî encam daye. Nîma rewşa nebaş ya girtîgehê rohn kiriye û bas ji vê yekê kiriye ku di girtîgehê de,girtî bi sebeba nebûna gazê bi şewtandina rojnameyên kevin xwe germ dikin, cihê avdestê jî tine ye.

Li gor gotina navbirî, bo her 3 yan 4 kesan pirtûkek hatiye danîn, û nebûna keresteyên germ bûye sedema vê ku nêzî %40 ji girtiyan, nexweş bikevin.

Girtî di hefteyekê de du caran xwe dişon, û li gora gotina Nîma navbirî di heyama vê yek mehê de, tenê carekê kariye ku bi ava germ xwe bişo.

Nîma Hesenî di dawiyê de amaje bi vê yekê dike ku serbarê vê ku rewşa nebaş ya girtîgehê digel berpirsê girtîgehê bas kiriye, lê tu giringiyek nedane axivtina wî.

Nîma Hesenî çalakê medenî ê Azerîziman di meha Befranbara sala 1393’an (2015), ji aliyê çiqa dadgeha şoreşa Urmiyê ve bi tometa piropagendeya li dijî rejîma Îranê, û di berjewendiya partî û girûpên cudahîxwaz ên li dijî sîstemê, şeş meh cazaya “te’zîrî” jiî wî re hate birîn.