Ciwanek temen 19’salî yê Sineyî dinava avê de xendiqî

13:33 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Ciwanek temen 19’salî yê Sineyî û xelkê bajarê Sinê seva kevtina nav ava bendava “Wehdet”ya wî bajarî û nezanîna melevaniyan, canê xwe li dest da.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja çarşem berwar 4’ê Tîrmeh, welatiyek binavê “Ehmed Mihemedî” kurê Mihemed û xelkê bajarokê “Kişawerz”ya bajarê Sinê dinava ava bendava vî bajarî de tûşî bûyerê bû û piştî şandin bo nexweşxaneyê canê xwe li dest da.

Welatiyê han pitir ji %90 li mejiyê wî tûşî azarê bibû û seva derd û êşa zaf canê xwe li dest da.

Bi gotina xelkê herêmê hemû salê û bi destpêkirina demsala Havînê bi dêhan welatiyên Kurd seva nebûna lemper û astengên pêwîs li tenişt bendavê û haydar nekirina xwelê, hemû salê dehan welatiyên Kurd dinava ava vê bendavê de canê xwe li dest didin.

Li gor amara tomar kirî li navenda amara ajansa kurdpa, li destpêka meha Adara îsal heya niha 23 welatiyên Kurd dinava ava çem û bendavên Kurdistana Îranê de canê xwe li dest dane.

Ew amara bi pişt girêdan bi amara ajsna kurdpa tê bilav kirin û dibe ku amara rastîn li vê yekê pitir be.