Ciwanek Kurd yê Mihabadî dawî bi jiyana xwe anî

18:10 - 5 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa: Bi xwekuştina Ciwanek Kurd yê Mihabadî, amara xwekuştina Welatiyên Kurd li herêmên Kurd akincî yên Îranê, li destpêka îsal gihîşte 58 kesan.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, çend rojan beriya niha Ciwanek Kurd yê Mihabadî binavê “Nûredîn Armîn” temen 25 salî seva pirsgirêkên civakî dawî bi jiyana xwe anî.

Tê zanîn ku navbirî bi xwarina “Heban”dest bi xwekuştinê daye û piştî veguhastin bo nexweşxaneyê canê xwe li dest daye.

Li gor amara tomarkirî li navenda amara Ajansa Kurdpa,li destpêka îsal heya niha 58 welatiyên Kurd dawî bi jiyana xwe anîne ku ji wan 28 kes “Mêr”bûne.

Amara han rêjeyîye û li gor pêzanîn û zaniyarîyên Kurdpa’ê tên bilav kirin,lê bi sernc dan bi nebûna Medyaya azad û her wisa nebûna navendên civakî li Îranê ku bi azadane wan bûyeran tomar û bilav bikin, dibe ku amara rastîn gelek zêdetir be.